Bir klasik herkesin okumuþ olmayý istediði ancak kimsenin okumayý istemediði eserdir. -Mark Twain |
|
||||||||||
|
Pêwîst e her Kurdek, berî her tiþtî welatparêz be û duvre heskirina partî û hêzên xwe berbiçav bike. Berîya her tiþtî ger em Kurd, ji hevdû re, ne dixs bin û ne jî çavnebar bin. Ger bi her serkeftîyên hev, em serbilind û kêfxweþ bin. Evaya rastîyek herî girîng e; ku em yekitîya xwe pêk neynin, kes guh nadin me û tu daxwazîyên me û hêz û rêxistinên me jî cidî nagrin. Bi rastî, yekitîya Kurdan jî, pir hêsan e; ko dev ji nebxa xweyî kesayetî berdin û hew li ser çend tiþtên bingehîn de, ew li hevkirî bin bes e. Wek yekitîya sitatuya Welat, yekitîya Al û yekitîya Sirûda Netewî de, bi sitratejîyek yekalî biryar dayî bin û di her nerînên xweyî polîtîk de jî, bi baverîyek netewî analizên xwe bikin û demoqrasîyê ji bo herkesi mafekî ferz qebûl bikin, tu problem û tu kêþe di nav wan de dernakeve. Her partîyek dibe hilweþe û her serokê wan jî dibe bimre û her fikir dibe bête guheradin; lê Welat û Al û Sirûda Netewî, wê hetaûheta û her dem bende xelaskarê xwe bin û di dilê wan de bijî. Heta yek Kurd li ser rûyê vê xakê bijî, doz û xwewna dewletbûyîna Kurdistanê, wê dilê wan de her zindî be. Bila dijî vê xwewn û xeyalên me, tu kes û tu hêz, tu hesaban nekin û nekevin nav tu lîstikên bi kirêj. Di Kurdîstana Rojava de jî, di nava Kurdan de tevlîhevî yek heye û sedema wê jî ne welatparêzî ye, lê xweparêzî ye. Me re, tevgerê her partîyan binere û peyv û ramanên perpirsiyarên wan, di vidyoyên di internetê de zîz dibin, bi mejîkî xweser me re li wan mêze bike û bi aqîlane baþ rexne bike; me rê, rewþ û rolên wan xweþ bibîne, ka, kî û kîjan partî li ser çi rêçê de ye; yan jî kî û kîjan ji wan bi rejîmê ve hê girêdayî ye û kîjan ji wan bi netewî tevdigere yan jî, hew berjewendîyên xwe û partîya xwe tene diparêze wê baþ zelal bibe. Kî çi rexnê li ên himber xwe dikin; em binerin ka ew rexne, ji wanê din hê pirtir ew heq dikin, yan na. Pêwîste ji her çar perçeyên welêt, her partî û hêzên Kurd, bi hevalbendî û bi her cûre alîkarîyan de mudaxilî pêþeroja Kurdîstan a Rojava bibin û kes ji kesî re astengîyan dernexin. Her perçeyekî welat, ji her Kurdekî welatparêz re, dê bibe weke qada netewî û tekoþîna azadîya netew. Ku her Kurdek, ked û desteka xwe bide ew perçeyî, ji bo bi hêsantir rizgar bikin. Di nav her netewî de, pêwîst e, ji her rengî û her bawerîyan de rêxistin hebin û ên nêzîkî hev jî bikaribe tîfaqan û yekîtîyan bi hevdûre çêbikin. Di nav netewekî de, bi yek partî û bi yek aydîlojîyayê, tu demoqrasî pêk nay; lê dibe, hew dîktatorîyekê bi xwe re bîn e. Ma ji xwe, gazind û berxwedana gelan jî, ne li himber dîktatorîyan derketin e? Ji bo dîktatorîya birûxîne û demoqrasî û azadîya gelan werîne þûnê. Ko Tirkî ji dîktatorîya Kemalîst, ev 90 sal e kêþeyek çawa bi xedarî dikþîne û em jî, herî mexdûrê wê nin. Pêwîst e, em jî, ji wê tecrûbeya wanî xeternak û dîrok reþ, dersê derxînin û ji bo demoqrasîyek rasteqîn re, em pir deng û pir rengî bin. Em jî, îdin aydolojîya yek serok û yek partîtîyê deynin hêlekê û em demoqrasîyek rasteqîn û hemdem bipejirînin. Xwanê ye hinek dewlet û hêzên tarî, naxwazin Kurd bigihên hev û yekitîya xwe bi hêsanî ava bikin. Ji bo dijîtî di nava Kurdan de derkeve û Kurd hîç li hev nekin; devletên dagîrgerên herêmê û dewletên mezin ku berjewendîyên wan di Rojhilata Navin de heye, çi fesadî û tevlihevî ji destên wan bê, dikin û wê her bikin jî. Ew lihevhatina li Hewlêr çêbûye bila kes wê binpê nekin. Bila tu hêz û partî Desteya Bilind ji xwe re neke sîwan û li ser navê xwê tene her biryarê bi sere xwe nedin û partîyên din tunne nebîn in. Li pê hesabên biçûk nekevin; ew mantiqê, “bila biçûk be û bila giþtik ya min be” mantiqekî vala ye û pûç e. Divê Kurd hevdû nasbikin û rêzê ji hevdû re bigrin. Pêvajo, ji Kurdan re yekitî û hevgirtinkê dibêje. Hevgirtin û yekbûna Kurdan çi qas girîng be, ewqas jî pîroz e. Ma, a herî girîng berjewendîya þexs û partîya me re ye; yan jî berjewendîya welêt û gelên me re ye? Qey fedakarî ewqas pir zor û zehmet e? Ji bo çi, em xwe û partîya xwe li ser welat û gelên xwe ferz dikin? Ferz, welat e, ne partî ye! Ferz, netewe û gel e, ne þexs in! Lazim e, em van tiþtan ji hev derxîn in. Em aqil û mejîyên xwe tevlîhev nekin. Em kûr û dûr û berfireh bihizirin û biponijin; ku, ka rastîya me çi ye û ka þaþitîya me, di kude de ye? Ji bo nav û statuya Kurdîstan, ji bo Ala Rengîn û ji bo Sîrûda Netewî, yanî, ji bo hestên netewî bibe bingeha nerînên her Kurdekî û ji bo berxwedanek wateyî re, pêwîste ewil ji nav PKKyîyan rewþek bi hêz derkeve holê. Çimkî ew di vî perçeyî de hêza herî sereke ye. Guherîna demoqratîq û ya herî bingehîn, dê ji wan hêvî bibe. Emê binerin ka Apocî xwedî çi irade nin; yan jî ka çi qeysî welatê xwe di parêz in û ji bo demoqrasîyek rewa, ka çi qeys demoqrat in, bila diyar bibe. Di rojê de, pirsgirêka Kurdan çi ye? Pirsgirêka Kurdan, a herî mezin ji rexna re derî girtîbûn e û ji xwe rexnekirinê re tunnebûn e. Hema, ko rewþenbîrek, ji bo rexnekirinekê devê xwe vebike, hew dimîne, hêlên ku rexne li wan dibin, tê ku ew rewþenbîrî biþuhurîn e û bihetikîn e. Ango ji bo qet rexne li wan çênebin. Ma hêzek, yan partîyek, bi þîara "yek parti, yek serok, yek nerîn" a xwe, li ser netewekî û hemî partî û hêz û rêxistinên wî gelî de ferz bike, qey pir rewa ye û yan jî, ew çawa demoqratîk dibe? Rexne kî dike bila bike; a herî girîng, ne xwedanê rexneyê ye, rastîya rexnê ye. Ko me re, ji rexna re girtî be, îjar ji bo em ji rexnê û rastîya wê birevin, emê xwedanê rexnê bilewitîn in û biþihurîn in. Lê bi vê babetê rexne pûç na be û rastî jî holê wenda na be. Ka rexne çi ye û ji bo çî ye? Rexne ew e, ko kêmanîya dostên me he be, bi rêya rexneyên xwe, em wan rast bikin û wan temam bikin. Di ser rexnan de, em bes hevdû biêþînin û enerjîya hevdû bi berhewa de tunne nekin. Pêwîst e, em ewil hevdû nas bikin û duvre, di kêmasîyên xwe de em hevdû þîyar bikin û di rexnê xwe de em hevdû temam bikin. Ji bo tekoþîna ji ber egoyî û kesayetîya xweparêzî, li qada hevaltî û cemawerîya me de cih negre û çi di warê vê babetê de hewlên ko çêbibe jî, bila vala derkevin. Pêwîst e her Kurdek welatparêz be û ji bo yekbûn û hevgirtinek rasteqîn hewl bidin û bi hevre têbikoþin. Ji bo li himber neyara em biserkevin. Hun her serkeftî, þad û bextewer bin. M.Nazým Güler -21.12.2013 info@mnazim.com
ÝzEdebiyat yazarý olarak seçeceðiniz yazýlarý kendi kiþisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluþturmak için burayý týklayýn.
|
|
| Þiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleþtiri | Ýnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babýali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratýcý Yazarlýk | Katýlým | Ýletiþim | Yasallýk | Saklýlýk & Gizlilik | Yayýn Ýlkeleri | ÝzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Giriþi | |
Book Cover Zone
Premade Book Covers
ÝzEdebiyat bir Ýzlenim Yapým sitesidir. © Ýzlenim
Yapým, 2024 | © M.Nazým Güler, 2024
ÝzEdebiyat'da yayýnlanan bütün yazýlar, telif haklarý yasalarýnca korunmaktadýr. Tümü yazarlarýnýn ya da telif hakký sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadýr. Yazarlarýn ya da telif hakký sahiplerinin izni olmaksýzýn sitede yer alan metinlerin -kýsa alýntý ve tanýtýmlar dýþýnda- herhangi bir biçimde basýlmasý/yayýnlanmasý kesinlikle yasaktýr. Ayrýntýlý bilgi icin Yasallýk bölümüne bkz. |