En güzel özgürlük düþü, hapishanede görülür. -Schiller |
|
||||||||||
|
Qiyameta mirov, di destê mirov de ye. Ku dil bipiþke bi teqîna qiyameta dilê xwe re dihilweþe. Carekedin jî xwe nikare bidehev… Nizanim bê di berîka min de çend gotin mane li ser te, destê xwe tavêjimê, dilerizim. Ditirsim tu biqedê. Ditirsim tu bidawî bibe evîna min..! Di erdhejên veqetandina de me. Lê, xem nexwe, hew ditirsim ku tu ji min veqetê, ez fêri veqetandina bum, terî jankêþî û xemgîniya ku bêhiþ dihêlê bum, fêrî nefreta te a ku her roj min weke agirê dojehê diþewitîne bûm… Bajarê têr guneh Dengê min bibihîze, hew fermanê dijminê te min di jenosîdên tenêbunê de karin dîl bigrin, hew li ser pirên te re ê weke pirên selatê berbi kabeyan ve dimeþim û hew di ibadedgehê te de bi ezîzeyan re dua dikim, hew ji xwedavendên bê xweda re serî ditewînim. Bibihîze dengê min, ev jî fermana min e ji bo te… Ez hew xwe di bêjinga xêr û gunehên te re derbasdikim bajarê ku her dewlemendekî navek lêkirî. Ez hew di kolanê te de li zaroktiya xwe digerim, lewma ez fêrbum ku zaroktiya min tenê di xewnên min de ye, ne di çavên zarokên te ê bêkes an jî ne di dixana tenurê ku ji bo ziktêrkirinê têne dadan. Ez hew di qermîçonkên dîroka te de li evînê qedîm digerim, lewma bi salane ez sermestê evînê te ê bê mirad bûme! Tu jî dev ji min biqere! Ez hew ew zarokên bêgunehim. Melekê li ser milê min ê çepê, evîna herî bi guneh ku dojeha xwedayê mezin jî têrî cezayê wê nabe nivîsiye. Ne avên te ê spî karin min ji gunehê vê bêdestnimêjî ya mezin biþon, ne jî ez karim birevim ji cezayên xwedaya. Tu ceza weke bê miradbûna min ne girane. Bere ew jî cezayên xwe bibirê. Ne ez dikarim milê xweyî çepê jêbikim ne jî karim bi êþekê weke pençeþêrê an jî bi jehrekê wî melekî bikujim, da ku gunehê min bê veþartin! Ey bajarê windayî! Ey bajarê bêmiradî yê! Ey bajarê ku xwe bi kirasên leylanên xapinok dixemilînê! Ey bajarê ku tenurê birçîbunê di tifika evîna min de dadidê! Ey bajarê ku evîna min a ku ji nefreta xwedavendan girs buye roj bi roj nalet dike! Nizanim çima ez hew dikarim ji te durkevim. Çima her kelîyek ji te dur dibê sedema bêrîkirineke kur. Te çi ji min kiriye, te di kijan qedehan de þaraba xwe daye min û ez sermestên xwe kirime, bêje da ez biþkînim. Te çi ji min kiriye, te ez li ser kijan nanî kirim weke kuncîyên hiþk ku xwarina min xweþtir bibe, te ez di kijan aþî de kirim dan ku ez weke ard hur hur bibim, bêje da ez wan aþan biser aþvana de bînim xwar, da hew bizîvire kevirê aþê hesretî ya te! Zu ji min re bêje, ez hew dixwazim bi tere bijîm. Loma neke ji min. Tu dibe dara evîna min fêkî yê te nikarim bixwim. Tu dibê parestgeha gunehê min, nikarim xwe bi avê te biþom. Tu dibê ard ez nikarim tenurê te dadim û te bikim nan û bixwim. Tu hemu ezîzeyan di dilê xwe de diveþêrê ez nikarim dest bidime rukenî yê wan an jî li ser perên wan bifirim. Tu nahêle. Tu nahêle..! Biþewite ey bajarê cihê evînê qedîm ê bê mirad! Bere erdhej carekedin te ruxar bike di nav axê de, da ez jî tu jî û ew jî windabibin! Gazina neke ji min. Ka bêje ma ez çibikim bajarê ku min evîna xwe li serkirî. Bê tu çawa buyî þahidê jankêþî ya min, þahidê veqetandinên min, þahidê giyan û jîyana min… Tê bibê þahidê mirina min û veþartina min jî di dilê xwe de… Evîn, Tu buyî bajar, bajar qiyameta min/Nisêbîn
ÝzEdebiyat yazarý olarak seçeceðiniz yazýlarý kendi kiþisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluþturmak için burayý týklayýn.
|
|
| Þiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleþtiri | Ýnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babýali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratýcý Yazarlýk | Katýlým | Ýletiþim | Yasallýk | Saklýlýk & Gizlilik | Yayýn Ýlkeleri | ÝzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Giriþi | |
Book Cover Zone
Premade Book Covers
ÝzEdebiyat bir Ýzlenim Yapým sitesidir. © Ýzlenim
Yapým, 2024 | © süleyman tekin, 2024
ÝzEdebiyat'da yayýnlanan bütün yazýlar, telif haklarý yasalarýnca korunmaktadýr. Tümü yazarlarýnýn ya da telif hakký sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadýr. Yazarlarýn ya da telif hakký sahiplerinin izni olmaksýzýn sitede yer alan metinlerin -kýsa alýntý ve tanýtýmlar dýþýnda- herhangi bir biçimde basýlmasý/yayýnlanmasý kesinlikle yasaktýr. Ayrýntýlý bilgi icin Yasallýk bölümüne bkz. |